Li gor agahiyên ji Midûrê Kordînatoriya Mudaxeleya Sûriyeyê Mihemed Hallajê ku der barê koçên ji Îdlibê da daneyan berhev dike hat hildan, piştî operasyonên eskerî yên rejima Esed û piştgirên wê sekinîn û agirbest pêk hat sivîlên ji Îdlibê koç kiribûn vedigerin ser cih û warên xwe.
Piştî agirbestê 285 hezar û 403 sivîl yên ji 57 hezar û 100 malbatan pêk tên vegeriyan Îdlib û Helebê.
Lê rewşa kesên vegeriyan malên xwe nebaş e û hewcedariya wan bi alikariya saziyên civakî yên sivîl heye.
Sivîlên vegeriyan malên xwe divê hay ji teqemenî û mayînan hebin ku zirarê nebînin.
Li hemberî van talûkeyan sivîlên vegeriyane erdê xwe jê gelek hê nikarin herin malên xwe, lewra malên wan li herêmên di bin kontrola rejima Esed û piştgirên wan da ne. Ji ber wê ew di kamp, kon û holikan da dijîn.
Heke agirbest dewam bike zêdetir kes wê vegerin malên xwe.
- Rewşa li Îdlibê
Di civîna Astanayê ya di 4-5ê gulana 2017an da Tirkiye, Rûsya û Îran hatin li gel hev da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 herêm wek "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatin îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji bilî Îdlibê ji 4 herêman 3 herêm bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Di îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê ji bo hêzdarkirina agirbestê mitebaqateke din hat îmzekirin. Hêzên rejimê qasî demekê navber dan êrîşên xwe û ji gulana 2019an vir da ji bo tevahiyê herêmê bi dest bixin dîsa operasyon dan destpêkirin.
Hêzên rejimê û piştgirên wê di vê çarçoveyê da navçeyên girîng ên Îdlibê, başûr û başûrê rojhilatê bajêr, bakurê Hemayê, çil û çiyayên li rojhilatê bajêr, başûr û rojavayê Helebê bi dest xistin. Ji mitebaqata Soçiyê vir va di êrîşên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji çileya paşîn a 2019an vir va qasî 2 milyon sivîlan koç kir.
Tirkiye û Rûsya di 12ê çileya paşîn a 2020î da mitebiq man ku agirbest dest pê bike, lê rejima Esed û mitefîqên wê guh nedan agirbestê û êrîşên li Îdlibê domandin.
Li ser vê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di 5ê adarê da li Moskovaya paytextê Rûsyayê mitebeqateke nû îmze kirin û ji 6ê adara 2020î vir va agirbest ket rewacê. Her çiqasî hêzên rejimê li hin herêman agirbestê binpê bikin jî bi piranî guh didin agirbestê.
AA