Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di nav 3 mehan da 781 sivîl ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê hatin kuştin.
Di rapora SNHRyê da hat gotin di navbera 26ê nîsanê û 27ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê jê 140 jin, 208 zarok tevahî 781 sivîl di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê da mirin.
Di êrîşên rejimê da jê 115 jin û 170ê jî zarok 625 sivîl, di êrîşên Rûsyayê da jî jê 25 jin, 38 zarok tevahî 156 sivîl hatin kuştin.
- Di nav 3 mehan da 33 "qetlîam"
Ji ber ku di êrîşekê da herî kêm 5 kes di heman demê da mirin SNHR vê bûyerê wek "qetlîam" bi nav dike. SNHRyê daxuyand di nav 3 mehan da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşan da 33 qetlîam hatin kirin ku jê 58 jin,85 zarok 271 sivîl di van qetlîaman da hatin kuştin.AA