Li Îdlibê di rojek de 12 hezar sivîl ji cî û warên xwe bûn

Midûrê Kordînatoriya Midaxaleyê yê Sûriyeyê Mihemed Hallac: "Bi sedan malbat li derva man. Sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in li bin darên zeytûnê ji xwe ra cihekê ku bikarin lê bimînin digerin"

Li Îdlibê di rojek de 12 hezar sivîl ji cî û warên xwe bûn

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn da ji ber êrîşên ser cî û waran ên hêzên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê 12 hezarî sivîl koçî herêmên nêzî xeta sînor a Sûriye-Tirkiyeyê kir.

Midûrê Kordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê Mihemed Hallacê ku der barê sivlên ku li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ji cî û warên wan hatin kirin xebata daneyan dike daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê. Hallac got ku ji ber êrîşên di 24 saetên dawîn da yên hêzên rejimê yên ku ji eskerên rejima Esed û komên terorîst ên biyanî yên bi piştgiriya Îranê pêk tê û Rûsyayê yên ser cî û warên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê 12 hezar sivîl malên xwe terikandin.

Hallac diyar kir ji ber ku rejima Esed û piştgirên wê êrîşên xwe yên li Îdlibê zêde kirin reqamên koçê jî zêde bûn.

Hallac bal kişand ku koç herî zêde ji cî û warên li başûrê Îdlibê û herêmên li çolwarê navçeya Marratînnumanê çêdibe û da zanîn ku hewcehiya malbatan acîlen bi êwirgeh, kon, betanî û nivînan heye.

- Ji sermawezê vir va 110 hezar sivîl ji cî û warên xwe bûn

Hallac ragihand ku ji ber êrîşên zêde yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ji sermawezê vir va biqasî 110 hezar sivîlên ku ji 20 hezar malbatî pêk tê ji cî û warên xwe hatin kirin.

Hallac bal kişand ku malbatên koçkirî di nav zehmetî û tengasiyê da ne û wiha axivî: "Bi sedan malbat li derva man. Sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in li bin darên zeytûnê ji xwe ra cihekê ku bikarin lê bimînin digerin."

Hallac diyar kir ku hêzên rejimê û Rsya li nexweşxane, dibistan, mizgeft, navendên parastina sivîlan û malan dixin û got ku "Dixwazin ku bi saya vê yekê nehêlin ku sivîl paşda vegerin."

- Xwe dispêrin herêmên nêzî xeta sînorê Tirkiyeyê

Piraniya sivîlên ku ji ber êrîşên berdewam ên hêzên rejimê û Rûsyayê direvin xwe dispêrin Atme, Kah, Dêr Hesen û Kefer Lusîna li hemberî Reyhanliya navçeya Hatayê û kampên nêzî sînor û qadên ku lê darên zeytûnê hene. Sivîl xwe dispêrin herêmên Herekata Mertala Feratê û Herekata Çiqlê Zeytûnê ku Tirkiyeyê ew ji rêxistina terorê xalî kirbû.

Rejim bi alîkariya piştgirên xwe digel mutebaqata ku di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav salekê da ji milyonekî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE