Li Îdlibê di êrîşa rejima Esed da 4 sivîl hatin kuştin

Li Îdlibê di êrîşa rejima Esed da 4 sivîl hatin kuştin

 Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed êrîşî navenda Îdlibê kirin, di êrîşê da 4 sivîl hatin kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa rejima Esed a li navçeya Serakiba başûrê rojhilatê Îdlibê bi cih bûye û komên terorîst yên ku Îran li piştê ji bejahiyê êrîşî Îdlibê kirin.

Li gorî agahiya ekîbên Parastina Sivîlan, di êrîşê da jê yek zarok tevahî 4 sivîl hatin kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn. 

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê.

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 herêm wek "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" îlan kirbûn.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE