Li Îdlibê di êrîşa rejîma Esed da 5 sivîl hatin kuştin

Li Îdlibê di êrîşa rejîma Esed da 5 sivîl hatin kuştin

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û piştgirên wê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê agirbest binpê kirin û êrîşî gundê Îdlibê kirin. Di êrîşê da 5 sivîl hatin kuştin, 4 sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa rejimê û terorîstên ku Îran li piştê ye yên li navçeya Maarratunnumana başûrê rojhilatê Îdlibê bi cih bûne ji bejahiyê êrîşî gundê Meşşunê kirin.

Li gorî agahiya ekîbên Parastina Sivîlan di êrîşê da jê 4 zarok tevahî 5 sivîl hatin kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê.

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 herêm wek "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" îlan kirbûn.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE