Li Îdlibê digel agirbestê 50 sivîl mirin

Li gor agahiyên Koordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê ji 12ê Rêbendana sala 2020î heta niha li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê Rûsyayê 232 û rejima Esed jî 89 êrîşên hewayî kirin.

Li Îdlibê digel agirbestê 50 sivîl mirin

Li ser Îdliba bajarê Sûriyeyê digel agirbesta îlankirî êrîşên artêşa rejima Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e dewam kirin. Ji 12ê Rêbendana ku agirbest ket rewacê heta niha di êrîşan da 50 sivîl hatin kuştin û 31 û 500 kesî jî ji cih û warên xwe koç kirin.

Li gor agahiyên Koordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê bi AAyê ra parve kir ji 12ê Rêbendana sala 2020î heta niha li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê Rûsyayê 232 û rejima Esed jî 89 êrîşên hewayî kirin.

Di êrîşan da 2 dibistan, 2 navendên Parastina Sivîl û kampeke kombûnê jî di nav da 6 navendên jiyanê wek hedef hatin hilbijartin.

Di êrîşên artêşa rejima Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e birin serî da 13 jê zarok, 3 jin û yek jî wezîfedarê Parastina Sivîl 50 kesên sivîl hatin kuştin.

Hejmara kesên ji êrîşan reviyan û li dor û bera kampên nêzî sînorê Tirkiyeyê û herêmên Herekata Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê bi cih bûn gihîşt 31 hezar û 500 kesî.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE