Li Îdlibê hejmara kuştiyan di rojek de gihîşte 10an

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û komên teorîst ên ku Îran piştgiriya wan dike di nav 24 saetan da bi top û roketan êrîşî 13 cihên di nav "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê" kirin, 10 kes mirin, 34 kes jî birîndar bûn

Li Îdlibê hejmara kuştiyan di rojek de gihîşte 10an

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û komên teorîst ên ku Îran piştgiriya wan dike di nav 24 saetan da bi top û roketan êrîşî 13 cihên di nav "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê" kirin. Di êrîşan da hejmara miriyan gihîşte 10an, ya birîndaran jî gihîşte 34an.

Parastina Sivîl (Kûmspî) li ser hesabê medyaya civakî der barê êrîşên ku li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê" hatin kirin da agahî da.

Di agahiyê da hat gotin navçeyên Xan Şêxûn û Marratînumanê jî di nav da 13 cih û warên sivîlan hedef hatin girtin.

Hat bibîrxistin duh li Îdlibê di êrîşan da 4 sivîl hatibûn kuştin û 12 kes jî birîndar bûbûn.

Hat gotin heta niha bi 236 top û roketan va êrîşî 13 cihan hat kirin û di van êrîşan da hejmara miriyan gihîşte 10an, ya birîndaran jî gihîşte 34an ku ji miriyan jê 4 kes jin, 3 kes jî zarok in.

Mistefa Hec Yûsifê Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kûmsipî) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir rejim êrîşî li ser navçeyên Xan Şêxûn û Marratînumanê yên li Îdlibê dike ku evê bibe sedema felaketeke mezin.

Hec Yûsif got di demên dawîn da gelek xwîn diherike û wiha dewam kir: "Ji mirî û birîndaran jê gelek zarok in. Sivîl şûna li ser axê bijîn wek li Xutaya Rojhilat di sitargeh û şikeftên bin erdê da xwe vedişêrin."

Hec Yûsif anî ziman divê li hember êrîşên rejimê tevdîrên cidî bên girtin.

Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir da 63 sivîl hatin kuştin û ji 250î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE