Li Îdlibê hejmara miriyan zêde dibe

Hejimara kesên ku di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên ser cî û warên di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da mirin derket 17an.

Li Îdlibê  hejmara miriyan zêde dibe

Çavdêrxaneya balafiran a mixalifan da zanîn ku rejima Esed ji serê sibehê va li navçeyên Erîha û Marratînumana bajarê Îdlibê, bajaroka Muhambîlê, gundên Der Sunbul û Temaniyeyê û Miroka navçeya Hamayê, gundên Sermaniyeî Lahaya, Latmîn û Hewîceyê êrîşên asîmanî û bejayê dikin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) hatin hildan di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên di nav rojê da li Tibbelê 7, li Mihembîlê 3, li Latmînê 2 bi tevahî 12 sivîl mirin.

Jimara kesên ku di êrîşên rejimê yên li ser navçeya Erîhayê da mirin jî derket 5an. Bi vî awayî jimara kesên ku di êrîşên îro da mirin derket 17an.

Êrîş dewam dikin û ditirin ku jimara miriyan zêde bibe.

Rejima Esed û Rûsyayê pêr li cihên bazarê yên li Serakîb û Marratînnumana navçeyên Îdlibê êrîşên asîmanî kiribûn û 50 sivîl mirbûn.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" 

Rûsya û rejima Beşar Esed di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê da duh êrîşên esmanî biribûn ser navçeyên Marratînnûman, Seraqîb, Bidama, Kefrenbîl û Keferrûmayê û di êrîşan da 50 sivîl hatibûn kuştin. 

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye. 

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. 

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin. 

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin. 

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 12ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157 jê zarok, 111 jê jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin. 

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 11:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE