"Li Îdlibê ji ber şer û pevçûnan di sê mehan da 830 hezar kes ji cih û warê xwe bûn"

"Li Îdlib û Helebê ji roja sêşemê vir va 72 nexweşxane û navendên tenduristiyê kar û xebatên xwe dan sekinandin"

"Li Îdlibê ji ber şer û pevçûnan di sê mehan da 830 hezar kes ji cih û warê xwe bûn"

 Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îdlibê ji ber şer û pevçûnan di sê mehên dawîn da ji 830 hezarî zêdetir kes û di 3 rojên dawîn da jî 143 hezar kes ji cih û warê xwe bûn.

Berdevkê Sekretrê Giştî yê NYê Stephane Dujarrîc di civîna çapemeniyê ya rojane da bal kişand ser şer û pevçûnên hêj li Îdlib, Heleb, Sarmîn û Atarîbê didomin û ragihand ku bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.

Dujarrîc destnîşan kir ku ji kesên mal û milkên xwe terk dikin ji sedî 80yî zêdetirê wan jin û zarok in û wiha pê da çû: "Ji serê meha Berfanbarê vir va zêdetirî 830 hezar kesî û di sê rojên dawîn da jî 143 hezar kes ji ber şer û pevçûnan ji cih û warê xwe hatin kirin."

Stephane Dujarric ragihand ku li Îdlib û Helebê jî ji roja sêşemê vir va 72 nexweşxane û navendên tenduristiyê kar û xebatên xwe dane sekinandin.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 15:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE