Li Îdliba ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê bi motorsikletekî bombrêjkirî teqîn hat lidarxistin û di encamê de 11 sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji Parastina Sivîl (Kumspî) hat sitendin, li bajarokê Maerat Misrîna girêdayî Îdlibê bi motorsikletekî bombrêjkirî teqîn hat lidarxistin û di teqînê de 2 ji wan zarok 11 sivîl birîndar bûn.
Piştî midaxeleya ekîbên Parastina Sivîl ên Îdlibê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ji ber teqînê zirar gihişt wesayit û avahiyên derdorê.
AA