Li Îdlibê piştî berf barî sivîlên di konbajran da dijîn zêdetir zehmetiyê dikşînin

Midûrê konbajara Cebel Şarîqî Omer Ebu Yûsif ji nûçgihanê AAyê ra daxuyand piştî ku berf barî malbat zêdetir zehmetiyê dikşînin.

Li Îdlibê piştî berf barî sivîlên di konbajran da dijîn zêdetir zehmetiyê dikşînin

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê sivîlên ji ber zilma rejima Esed terka malên xwe kirine û di konan da dijîn piştî ku berf barî zehmetiyeke mezin dikşînin.

Di rojên dawîn da ba hat, baran barî û herî çêbû, lê piştî ku berf barî barê sivîlan girantir bû.

Midûrê konbajara Cebel Şarîqî Omer Ebu Yûsif ji nûçgihanê AAyê ra daxuyand piştî ku berf barî malbat zêdetir zehmetiyê dikşînin.

Ebu Yûsif wiha axivî: "Di 3 rojên dawîn da baran û ba hebû, niha jî berf barî û hin konên malbatan êdî nikarin bên bikaranîn. Ji ber bayê xurt konê gelek malbatan xerab bû. Malbat pê tiştên ku ji çopê berhevkirine va xwe germ dikin."

Ehmed Asiyê di konê da dijî jî got kon xerab bûn, zarok serma dikin, kincên wan û şewata wan tune.

Asî bangî Tirkiyeyê û dinyayê kir ku bila alîkariya wan bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE