Li Îdlibê êrîşî kampa penaberan kirin

Balafirên şer ên Ûrisan li Îdlibê êrîşî kampa penaberan kirin, 2 sivîl mirin û 19 sivîl jî birîndar bûn

Li Îdlibê êrîşî kampa penaberan kirin

Kampa penaberan a li rojhilatê navçeya Seraqîba Îdliba Sûriyeyê rastî êrîşê hat. Avahiyê çavderiyê ya balafirên muxalifan daxuyand êrîş ji hêla Ûrisan va hatiye kirin. Di êrîşê da 2 sivîl mirin û jê gelek zarok 19 sivîl jî birîndar bûn.

Çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) daxuyandin penaberên di kampa li der û dora gundê Kefer Amîma li ser navçeya Seraqîbê da dimînin rastî êrîşa esmanî hatin.

Di êrîşê da 2 sivîl mirin û jê gelek zarok 19 sivîl jî birîndar bûn.

Avahiyê çavderiyê ya balafirên muxalifan daxuyand êrîş ji hêla balafirên şer ên Ûrisan va hat kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Balafirên şer ên Ûrisan ên ku tîpa wan SU 34 in û ji baregeha eskerî ya Himeymînê rabûn ji nîvê şevê pê va heta saet 04.00an êrîş kirin."

- Rejimê êrîşên xwe domand

Rejima Beşar Esed jî duh şev heta serê sibê bi fosfora spî ya ku bikaranîna wê qedexe ye va êrîşî bajaroka Temaniyeyê kir.

Rejimê ji bejahiyê jî êrîşî herêmên Hireytan, Anadan û Kefer Hamraya li rojavayê Helebê ne kir.

Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir va herî kêm 126 sivîl hatin kuştin û ji 380yan zêdetir sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe.

Mixalifên eskerî di 10ê Cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê ya ku di 17ê Cotmeha 2018an da hatibû îmzekirin çekên xwe yên giran ji herêmê paşve kişandibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2019, 14:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE