Hat ragihandin ku li Îdlibê dema konvoya eskerî ya Tirkiyeyê întiqalî Ciyê Çavdêriyê yê 9an dikir ji hewayê êrîş anîn ser konvoyê û di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, 12 sivîl birîndar bûn. Wezareta Parastina Neteweyî êrîş şermezar kir û xwest ku bira demildest tevdîrên lazim dikin werin hildan.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Li herêma Îdlibê rejim li berevajiyê peyman û mitebeqata me bi Rûsyayê ra çêkirin operasyonên zizrarê didin sivîl û bêgunehan didomîne, ligel hemû hişyariyên me dan meqamên Ûrisan hê dewam dike."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyon li berevajiyê peyman û mitebeqatan tên meşandin û wiha hat gotin:
"Konvoya me derbasî Ciyê Çavdêriyê yê 9an dibû di saet 08.55an da ji hewayê êrîşî konvoya me kirin. Di encama êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, 12 sivîl birîndar bûn. Em vê êrîşa li dijî peymanên çêkirî û hevkarî û diyaloga me bi Rûsyayê ra daniye şermezar dikin. Mafê me yê parastina meşrû heye, ji bo ku carekî dîsa êrîş neyê kirin em li bendê nek u tevdîrên lazim dikin werin hildan.
AA