Li Îdlibê êrîşa asîmanî ya Rûsyayê: 7 sivîl hatin kuştin

Li gorî mala çavdêriyê ya mixalifan bi saeta Türkiyeyê di 05.36an da balafira şer ya Rûsyayê ku ji baregeha Himeymima li Lazqiyeyê rabû êrîşa asîmanî bir ser gundên Yaqûbiye û Cudeydeyê.

Li Îdlibê êrîşa asîmanî ya Rûsyayê: 7 sivîl hatin kuştin

Li rojavayê bakurê Îdliba bajarê Sûriyeyê li gundên Yaqûbiye û Cudeydeya ku Xirîstiyan lê dijîn balafira şer ya Rûsyayê êrîşa asîmanî kir û ji ber êrîşê 5 jê zarok 7 sivîl hatin kuştin û 13 sivîl birîndar bûn.

Li gorî mala çavdêriyê ya mixalifan bi saeta Tirkiyeyê di 05.36an da balafira şer ya Rûsyayê ku ji baregeha Himeymima li Lazqiyeyê rabû êrîşa asîmanî bir ser gundên Yaqûbiye û Cudeydeyê.

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Parastina Sivîl ya Îdlibê hatin hildan li gundê Cudeydeyê di êrîşa asîmanî da 5 jê zarok 7 sivîl hatin kuştin û 13 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li herêmê ji xeynî kesên Xirîstiyan malbatên ji cî û warên xwe bûne jî dimînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE