Li Îdlibê êrîşên asîmanî didomin

Li gorî çavkaniyê parastina sivîlan di êrîşên asîmanî de 3 sivîl hatin kuştin û 15 siv3il birîndar bûn.

Li Îdlibê êrîşên asîmanî didomin

Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî yên di nava sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" de 3 sivîl hatin kuştin û 15 siv3il birîndar bûn.

Êrîşên asîmanî yên ku duh êvarê dest pê kiribûn îro seranserê rojê jî dewam kirin. Navenda bajarê Îdlibê, navçeyên Xan Şêxûn û Seraqibê digel gundên Huwênê û Um Celalê bûn armanca êrîşên beja û asîmanî.

Li gorî çavkaniyê parastina sivîlan di êrîşên asîmanî de 3 sivîl hatin kuştin û 15 siv3il birîndar bûn.

Li ser hesabên medyaya civakî yên çavdêrîxaneya balafiran a muxalifan zanayariya "Balafirên Rûsyayê yên tîpa SU 34ê ku ji baregeha eskerî ya Himeymimê rabûn, seranserê Îdlibê bordûman dikin." hat belavkirin.

Balafirên navborî destê sibê li çolwarên Seraqibê kampeke konan bordûman kiribûn û tê de 2 sivîlan canê xwe ji dest dabûn û 19 sivîl jî birîndar bûbûn.

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE