Li Îdlibê êrîşên esmanî: 10 kuştî

Li Sûriyeyê di êrîşên esmanî yên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên dijî şêniyên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 10 sivîl hatin kuştin

Li Îdlibê êrîşên esmanî: 10 kuştî

Li Sûriyeyê di êrîşên esmanî yên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên dijî şêniyên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 10 sivîl hatin kuştin.

Rejima Esed êrîşên xwe yên dijî navçeyên Xan Şêxhûn û Marratinnumanê, bajeroka Bidamayê, gundên Marrithirme, Latmîn û Medayê, Kefer Zîta û Latamîneya navçeyên Hemayê yên di nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ne, didomîne.

Li gorî agahiya ku ji Hac Yusifê Midûrê Parastina Sivîlan (Serspî) hat wergirtin, duh nîvê şevê di êrîşa esmanî ya dijî herêmê da 10 sivîl hatin kuştin.

Ji bijîşkên Saziya Tibê ya Amerîkan a Sûriyeyê (SAMS) Dr. Mihammed Kettub got ku di êrîşan de navendeke tenduristiyê jî 17 caran kirine hedef û wiha got: "Di êrîşê da hemşîreyeke û şoferê ambûlansê hatin kuştin."

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Niha bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî.

Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. 

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne.

Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 750 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku di navbera 26ê nîsanê û 27ê tîrmehê da di êrîşên Beşar Esed û piştgirên wî yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 208ê wan zarok, 140ê wan jin bi tevahî 781 sivîl hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tebax 2019, 16:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE