Li Îdlibê êrîşên esmanî: 6 kuştî, 18 birîndar

Di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 6 sivîl hatin kuştin. Ji serê vê hefteyê vir va hejmara sivîlên di êrîşên esmanî û bejayî da hatin kuştin gihîşte 102yan

Li Îdlibê êrîşên esmanî: 6 kuştî, 18 birîndar

Li Sûriyeyê êrîşên esmanî yên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên li ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê dewam dikin. Li Erîhaya navçeya Îdlibê û gundê Maarşurînê di bombebarana rejimê da 6 sivîl hatin kuştin û 18 sivîl birîndar bûn.

Mala çavdêriya balafiran ya mixalifan ragihand rejima Esed ji serê sibê pê va êrîşên esmanî dibe ser Erîhaya navçeya Îdlibê, gundên Maarşurîn û Temleayê, Kefer Zîta û Latamîneya navçeyên Hemayê yên di nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ne.

Li gor mala çavdêriyê balafirên Ûris jî êrîşî Kefer Zîta û Latamîneya navçeyên Hemayê kir.

Li gor agahiya çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) di êrîşên rejima Esed ên li navçeya Erîhayê da 5, li gundê Maarşurînê kesek, tevahî 6 sivîl hatin kuştin,18 sivîl jî birîndar bûn.

Êrîşên esmanî bi awayekî xurt dewam dikin û tirs ew e ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ji serê vê hefteyê vir va hejmara sivîlên di êrîşên esmanî û bejayî da hatin kuştin gihîşte 102yan.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Rûsya û rejima Beşar Esed di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê da duh êrîşên esmanî biribûn ser navçeyên Marratînnûman, Seraqîb, Bidama, Kefrenbîl û Keferrûmayê û di êrîşan da 50 sivîl hatibûn kuştin.

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 12ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157 jê zarok, 111 jê jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE