Li Sûriyeyê ji ber êrîşên balafirên şer yên rejima Beşar Esed û Rûsyayê ku dibin ser herêmên di nav Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da 5 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 sivîl birîndar bûn.
Li navçeya Marratînnumanê û Serakibê, beldeya Temaniyeyê û gundên Beşiriye, Tuh, Tel Mennis û Maarşîmarînê û Morika navçeya Hemayê êrîşên esmanî yên rejim û alîgirên wê dewam dikin.
Li gor agahiyên çavkaniyên parastina sivîl ya Îdlibê ji ber êrîşên esmanî ku ji bi şev da tên kirin yek jê xebatkarê tenduristiyê 5 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 sivîl jî birîndar bûn.
AA