Li Îdlibê êrîşên esmanî didomin

Li Sûriyeyê di nav sînorên Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da êrîşên esmanî yên Rûsyaya ku piştgiriyê dide rejima Beşşar Esed didomin. Di êrîşên balafirên şer yên Rûsyayê da 3 zarok hatin kuştin

Li Îdlibê êrîşên esmanî didomin

Li Sûriyeyê di nav sînorên Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da êrîşên esmanî yên Rûsyaya ku piştgiriyê dide rejima Beşşar Esed didomin. Di êrîşên balafirên şer yên Rûsyayê da 3 zarok hatin kuştin.

Ji esman û bejayê va li navçeya Xan Şêxûnê, beldeya Temaniyeyê, gundên Salihiyye, Kefersecne, Medaya û Ermanayayê, li dorbera bakurê Hemayê li navçeyên Kefer Zita û Latamineyê û gundê Latminê êrîşên rejim û alîgirên wê didomin.

Li gor agahiyên çavkaniyên mala çavdêriyê ya mixalifab û parastina sivîl balafirên şer yên Rûsyayê duh bi şev gundê Sailihiyyeya Îdlibê bombebaran kirin û di êrîşên balafirên şer yên Rûsyayê da 3 zarok hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE