Li Dêra Zorê pevçûnên DEAŞ û YPG/PKKê zêde bûn

Li Dêrazorêya wîlayeta Sûriyeyê pevçûnên di navbera herdu rêxistinê terorê DEAŞ û YPG/PKKê pevçûn gurr bûn

Li Dêra Zorê pevçûnên DEAŞ û YPG/PKKê zêde bûn

Li Dêrazorêya wîlayeta Sûriyeyê pevçûnên di navbera herdu rêxistinê terorê DEAŞ û YPG/PKKê pevçûn gurr bûn. Di êrîşa ku DEAŞê bi wesayiteke bombebarkirî li dar xist de, 20 terorîstên YPG/PKKê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên li ser medyaya herêmî, li Bagoza bajaroka Dêra Zorê ku di destê DEAŞê de ye, pevçûnên ku dubare di navbera DEAŞ û YPG/PKKê de derketin gurr bûn.

Di êrîşa ku DEAŞê bi wesayiteke bombebarkirî li dar xist de, 20 terorîstên YPG/PKKê hatin kuştin.

Jialiyekî din ve hêzên koalisyonê piştî navbereke bi qasî 4 rojan duh destê êvarê dîsan êrîşa asîmanî birin ser bajaroka navborî.

- Lê Dêra Zorê rewşa dawî

YPG/PKKya ku Amerîka ji asîmanan û Fransa ji bejayê ve piştgiriyê didêyê, ji 11ê îlonê vir de, bi mebesta ku DEAŞê bi temamî ji Dêra Zorê derxîne êrîşan li dar dixe. Halê hazir li çolwarê wîlayeta Dêra Zorê tenê bajarokê Bagozê di destê DEAŞê de maye. Li herêma rojavayê çemê Feratê ya Dêra Zorê jî hêzên rejima Esed hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE