Di navbera komek piçûk a DEAŞa rêxistina terorê ya li bajarokeke Dêrazorê ya bajarê Sûriyeyê asê maye û YPG/PKKya rêxistina terorê da pevçûn dewam dike.
YPG/PKK û Amerîkayê di 15ê sibatê da bi koma DEAŞî ya li kamp û baxçeyên li Bagoza bajaroka Dêrazorê asê maye ra li hev kiribûn. Li gor peymanê ji wê rojê vir da gelek endamên DEAŞê ji bajarokê veqetiyabûn û teslîm bibûn.
Li gor çavkaniyên herêmî, komeke piçûk a ji biyaniyan pêk tê ya di nav DEAŞê da guh neda peymana di navebera herdu rêxistinên terorê da hatibû îmzekirin û ji şeva pêr vir da bi YPG/PKKyê ra şer dike û pevçûn dewam dikin.
Koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da ji hewayê piştgiriyê dide YPG/PKKya dixwaze koma dawîn teslîm hilde.
Do bi şev teyareyên koalisyonê ji hewayê êrîşî "herêma kampan" a endamên DEAŞê lê dimînin kirin.
Di heman demê da YPG/PKK hin tunelên ku DEAŞê vedabûn bi dest xistin. Sîlahên DEAŞê di tunelan da veşartibûn ketin destê YPG/PKKyê û li ser vê endamên DEAŞê êrîşên xwekujiyê dan destpêkirin.
Çavkanî dibêjin ku ji îro ber destê sibê vir da agirê pevçûnê hinekî daket.
- Peymana di navbera YPG/PKK û DEAŞê da
AAyê di 2yê adarê da peymana texliyeyê ya herdu rêxistinên terorê îmze kiribûn bi dest xistibû. YPG/PKKyê soz dabû terorîstên DEAŞî û malbatên wan ên teslîm bûn ku wan ji herêma xwe ra derbas bike û pêşî lê veke ku derbasî Tirkiyeyê bibin. Di çarçoveya peymanê de kêmzêde 300 endamên DEAŞê hatibûn berdan.
Aqûbeta bi sedan DEAŞiyên ku YPG/PKKya rêxistina terorê pêşî li wan vekir nayê zanîn.
AA