Li Dêrazorê şerê di navbera DEAŞ, rejim û milîsên Îranê da

DEAŞa rêxistina terorê li Dêrazorê bi rejima Esed û komên Îran piştgirên wan e ra şer kir

Li Dêrazorê şerê di navbera DEAŞ, rejim û milîsên Îranê da

Li rojhilatê Sûriyeyê terorîstên DEAŞê yên li herêma çola ku ji hêla rejima Beşar Esed û milîsên Îranê va hatiye dorpêçkirin, dimînin li bajarê Dêrazorê bi rejima Beşar Esed û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgirê wane ra, şer kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin hildan li rojhilatê Sûriyeyê terorîstên DEAŞê yên ku li herêma çolê ya ji hêla rejima Esed û milîsên Îranê va hatiye dorpêçkirin, dimînin li herêma Meyadîna rojhilatê bajarê Dêrazorê dikeve, bi hêzên rejimê û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgirê wan e ra, şer kirin. Hêzên rejimê yên li herêma Meyadînê bûn jî kozikên DEAŞê dan ber topan.

Çavkaniyên muxalif ragihandin ku dema balafirên hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê li esmanê ser Dêrazorê digeriyan rejima Esed ceyrana herêma Meyadînê birî.

Hêzên rejima Esed û komên Îran piştgirên wan e ji bo nebin qurbana êrîşên balafiran cihê xwe guhertin.

Şerê di navbera DEAŞ, rejim û milîsên Îranê da dest pê kiribû jî bi dawî bû.

DEAŞê li Reqa û Dêrazorê ji cihên di bin kontrola xwe da digirt, bû û niha jî bi tenê li herêma çolê ya rojavayê Dêrazorê û rojhilatê Humsê dikeve awayekî belabûyî hebûna xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE