Li dêrên li Fransayê ji sala 1950yî vir va 216 hezar zarok bûne mexdûrê îstismara cinsî

Li dêrên li Fransayê ji sala 1950yî vir va 216 hezar zarok bûne mexdûrê îstismara cinsî

Hat tesbîtkirin li dêrên li Fransayê ji sala 1950yî vir va 216 hezar zarok bûne mexdûrê îstismara cinsî.

Serokê Komîsyona Serbixwe ya Îstismara Cinsî li Dêran (CIASE) Jean-Marc Sauve piştî xebateke ku 2,5 salan kir rapora xwe ragihand.

Sauve anî ziman ku mijara sereke ya ya rapora navborî mexdûrên îstismara cinsî ne û destnîşan kir ku li dêran ji sala 1950yî vir va 216 hezar zarok bûne mexdûrê îstismara cinsî.

Sauve tekezî li wê yekê kir ku ji sedî 60ê mexdûrên navborî, vê bûyerê li ser jiyana wan a taybet tesîreke berbiçav hiştiye.

Sauve herwiha got ku Dêra Katolîk li hember bûyerên îstismara cinsî tedbîrên lazim nastîne û bangawazî li wê saziyê kir ku berpirsyarî hilde.

Suave destnîşan kir u li dêran ji sala 1950yî vir va hejmara rahibên ku îstismara cinsî kirine di navbera 2 hezar û 900 û 3 hezar û 200î de ne.

Suave anî ziman ku ji civaka Fransayê 5,5 milyon kesî di zarokaniya xwe de bûne mexdûrê îstismara cinsî.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE