Li Duhokê bajarekî kevnar yê 3 hezar û 400 salî hat dîtin

Midûrê Berhemên Dîrokî û Çandê yê Walîtiya Duhokê Bêkes Birîfkanî der barê mijarê da cinîna çapemeniyê li dar xist.

Li Duhokê bajarekî kevnar yê 3 hezar û 400 salî hat dîtin

Li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê bajarekî kevnar yê antîk yê 3 hezar û 400 salî hat dîtin.

Midûrê Berhemên Dîrokî û Çandê yê Walîtiya Duhokê Bêkes Birîfkanî der barê mijarê da cinîna çapemeniyê li dar xist.

Birîfkanî daxuyand li bajêr heta niha ji 2 hezarî zêdetir cih hatine ditîn, îsal jî di erdkolandinan da encamên baş hatine bidestxistin.

Birîfkanî der barê bajarê kevn a ku hatiye dîtin da wiha agahî da: "Me li Semela navçeya Duhokê bajarekî kevnar yê antîk yê 3 hezar û 400 salî yê ji heyama Împaratoriya Mîtaniyan dît. Li vê herêma wek Nînova tê zanîn heta 1985an meriv dijiyan, lê bi çêkirina Bendava Mûsilê di 1990î da ev der di bin avê da man."

"Evqas sal derbas bûne, lê dîwarên wê hilneweşiyane"

Serokê Saziya Parastina Bermayiyên Çandê yê Herêma Kurdistana Iraqê Hesen Ehmed jî got ji ber ku ava Çemê Dîcleyê vekişiyaye ji serê salê vir va ew xebatar zêdetir dimeşînin.

Ehmed wiha axivî: "Li vir em bi saya alîkariya zanîngehên Toubengen û Feraiburgê yên Almanyayê xebatan dikin. Di vî bajarê antîk yê ji heyama Împaratoriya Mîtaniyan da gelek bermayiyên avahiyan hene. Navê bajarê antîk ya ku me dît Zahiko ye. Ji ser ra evqas sal derbas bûne, lê dîwarên wê û hin avahiyên çend mêtroyî ne hilneweşiyane."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE