Li Amêdiya navçeya Duhokê di navbera hêza Pêşmerge û PKKê de şer derket û di bûyerê de 3 terorîst birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, nêzîkî gundê Dareşîna girêdayî navçeya Amêdiyê, di navbera Pêşmerge û terorîstên PKKyî ku xwestin bê destûr ji xala teftîşê derbas bin de şer derket.
Çavkaniyan herwiha ragihand ku Pêşmerge wesayita terorîstên PKKyî yên ku guh nedan hişyariyê gulebaran kir û di encamê de 3 terorîst birîndar bûn.
AA