Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 354 hezar derbas kir

Li gorî daneyên li ser malpera Worldmetersê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 236 hezar û 562 zêde bû gihişt 20 milyon û 462 hezar û 501ê.

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 354 hezar derbas kir

 Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 473 zêde bû û gihişt 354 hezar û 381ê.

Li gorî daneyên li ser malpera Worldmetersê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 236 hezar û 562 zêde bû gihişt 20 milyon û 462 hezar û 501ê.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 473 zêde bû û gihişt 354 hezar û 381ê.

Li wî welatî heta nuha hejmara rehetbûyan 12 milyon û 129 hezar û hejmara testan jî 253 milyon û 672 hezar derbas kir.

California bi zêdetir ji 2 milyon û 300 hezar pêketiyan di rêza serî de ye.

Bi dû Californiayê de bi zêdetir ji milyonek 776 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji milyonek û 323 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê hejmara mirinan de eyaleta New Yorkê bi 38 hezar û 7 miriyan di rêza serî de cih digire.

Bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 10 milyon û 293 hezar pêketiyan Hîndistan û bi zêdetir ji 7 milyon û 675 hezar pêketiyan Brezîlya tê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE