Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê derket 762 hezar û 973yan

Li gorî daneyên ku Zanîngeha John Hopkinsê, berhev kirin hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 58 hezar û 627 zêde bû û gihişt 47 milyon 52 hezar û 201ê.

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê derket 762 hezar û 973yan

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 435 zêde bû û derket 762 hezar û 973yan.

Li gorî daneyên ku Zanîngeha John Hopkinsê, berhev kirin hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 58 hezar û 627 zêde bû û gihişt 47 milyon 52 hezar û 201ê.

Li seranserê welêt hejmara mirinên ji ber vîrusê jî derket 762 hezar û 973 kesan.

California bi zêdetir ji 5 milyon pêketiyan di rêza serî de ye. Bi dû wê de bi zêdetir 4 milyon 283 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 3 milyon û 711 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê mirinên ji ber vîrusê de jî California bi nêzîka 73 hezar û 105 mirinan di rêza serî de ye. Vê hejmarê li Teksasê 72 hezar li Florîdayê jî 60 hezar derbas kiriye.

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li DYAyê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, zêdetir ji sedî 79,4 a nifûsa ji 12 salî û mezintir herî kêm yek doz, Herwiha nêzîka ji sedî 68,7 a nifûsê jî 2 doz aşiya Kovîd-19ê li xwe dane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE