Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 210 hezar û 835an

DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 210 hezar û 835an

 Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 939 zêde bû û gihişt 210 hezar û 835an.

DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 43 hezar û 420 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 7 milyon û 408 hezar û 66an.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 939 zêde bû û gihişt 210 hezar û 835an.

Li wî welatî heta nuha hejmara rehetbûyan jî 4 milyon û 649 hezar û hejmara testan 106 milyon û 188 hezar derbas kir.

Li Californiaya ya ku eyaleta herî zêde ji Kovîd-19ê bi bandor e heta nuha bi 816 hezar û 287 pêketî hatine tesbîtkirin.

Bi dû Californiayê de bi 783 hezar û 468 pêketiyan Teksas û bi 704 hezar û 568 pêketiyan Florîda tê.

Di warê hejmara mirinan de eyaleta New Yorkê bi 33 hezar û 233 miriyan di rêza serî de cih digire.

- Bi dû DYAyê de Hîndistan û Brezîlya tên

Bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 6 milyon û 245 hezar pêketiyan Hîndistan û bi 4 zêdetir ji 4 milyon û 780 hezar pêketiyan Brezîlya tê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE