Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 600 hezaran

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 19 hezar û 546 zêde bû û gihişt 33 milyon û 457 hezar û 794an.

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 600 hezaran

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 491 zêde bû û gihişt 599 hezar û 672yan.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 19 hezar û 546 zêde bû û gihişt 33 milyon û 457 hezar û 794an.

Li wî welatî hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 491 zêde bû û gihişt 600 hezaran.

California bi zêdetir ji 3 milyon û 801 hezar pêketyan di rêza serî de ye. 

Bi dû Californiayê de bi nêzîka 3 milyon 801 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 2 milyon û 976 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê mirinên ji ber vîrusê de jî California bi 63 hezar û 187 mirinan di rêza serî de ye. Ev hejmar li Newyorkê 53 hezar û 539, li Teksasê jî 51 hezar û 912 ye.

- Hejmara doza duyem a vaksînkirina 143 milyon derbas kir

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li DYAyê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, li seranserê welêt zêdetir ji 173 milyon kesî doza yekem a vaksînê û zêdetir ji 143 milyon kesî jî doza duyem a vaksînê li xwe dan.

Di warê pêketiyên Kovîd-19ê de bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 29 milyon û 439 hezar pêketiyan Hîndistan û bi zêdetir 17 milyon û 374 hezar mirinan Brezîlya tê.

Di warê mirinên ji ber Kovîd-19ê de jî bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 486 hezar mirinan Brezîlya û bi zêdetir 370 hezar mirinan Meksîka tê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE