Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 485 zêde bû û gihişt 576 hezar û 724.
Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 46 hezar û 828 zêde bû û gihişt 32 milyon û 393 hezar û 661ê.
Li wî welatî hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 576 zêde bû û gihişt 724 hezar û 200.
California bi zêdetir ji 3 milyon û 743 hezar pêketî û 61 hezar û 866 mirinan di rêza serî de ye.
Bi dû Californiayê de bi nêzîka 2 milyon 896 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 2 milyon û 239 hezar pêketiyan Florîda tê.
- Hejmara doza duyem a vaksînkirina 103 milyon derbas kir
Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li DYAyê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, li seranserê welêt zêdetir ji 146 milyon kesî doza yekem a vaksînê û zêdetir ji 103 milyon kesî jî doza duyem a vaksînê li xwe dan.
Di warê mirinên ji ber Kovîd-19ê de jî bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 406 hezar mirinan Brezîlya û bi zêdetir 217 hezar mirinan Meksîka tê.AA