Li DYAyê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 502 hezar û 698an

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 70 hezar û 752 zêde bû û gihişt 28 milyon û 261 hezar û 979an.

Li DYAyê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 502 hezar û 698an

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 255 zêde bû û gihişt 502 hezar u 698yan.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 70 hezar û 752 zêde bû û gihişt 28 milyon û 261 hezar û 979an.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 255 zêde bû û gihişt 502 hezar u 698yan.

Li gorî daneyên li ser malpera Worldmetersê jî, li wî welatî hejmara pêketiyan gihişt 28 milyon û 901 hezar û 327an. Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê jî weke 515 hezar û 211 hat tomarkirin.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, California bi zêdetir ji 3 milyon û 543 hezar pêketiyan di rêza serî de ye.

Bi dû Californiayê de bi zêdetir ji 2 milyon 6174 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji milyonek û 878 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê hejmara mirinan de jî eyaleta California bi 49 hezar û 888 miriyan di rêza serî de cih digire.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE