Li DYAyê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 2 milyon derbas kir

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 358 zêde zêde bû û gihşt 112 hezar û 447an.

Li DYAyê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 2 milyon derbas kir

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 358 zêde zêde bû û gihşt 112 hezar û 447an.

DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 18 hezar û 194 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 8 hezar û 303yan.

Herwiha hejmara mirinên ji ber Kovîd-19^ di 24 saetên dawîn de 358 zêde zêde bû û gihşt 112 hezar û 447an.

Bi dû DYAyê bi 691 hezar û 962 pêketiyan Brezîlya, bi 476 hezar û 658 pêketiyan Rûsya û bi 288 hezar û 630 pêketiyan Îspanya tê.

Li New Yorka ku di nava eyalatan de bandora şewbê lê herî zêde ye, heta nuha zêdetir ji 3986 hezar 828 pêketî hatine tesbîtkirin û hejmara mirinan jî gihişt 30 hezar û 442yan.

Bi dû New Yorkê de bi nêzîka 166 hezar pêketiyan New Jersey û bi zêdetir ji 132 hezar pêketiyan California tê.

Li DYAyê heta nuha hejmara testan gihiştiye 210 milyon û 300 hezarî û hejmara rehetbûyan jî 761 hezar derbas kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE