Li DYAyê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 660 kes mirin

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan 41 milyon û 613 hezar derbas kir.

Li DYAyê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 660 kes mirin

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 660 zêde bû û gihişt 666 hezar û 630î.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan 41 milyon û 613 hezar derbas kir.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 660 zêde bû û gihişt 666 hezar û 630î.

California bi zêdetir ji 4 milyon û 597 hezar pêketî di rêza serî de ye. Bi dû wê de bi nêzîka 3 milyon 890 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 3 milyon û 464 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê mirinên ji ber vîrusê de jî California bi 67 hezar û 482 mirinan di rêza serî de ye. Vê hejmarê li Teksasê 60 hezar û 830 li New Yorkê jî 54 hezar û 717 derbas kiriye.

- Zêdetir ji sedî 75 a nifûsa kesên gihiştî, herî kêm yek doz aşî bûne

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li DYAyê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, zêdetir ji sedî 75 a nifûsa kesên gihiştî herî kêm yek doz aşî bûne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE