Li Efrînê, ji bo meha remezanê alîkarî tên kirin. ekîbên navenda kar û barên civakî, ji ber ku şewba koronayê heye, melzemeyan dibin malan, didin hewcedar û feqîran.
Li tevahiya dinyayê ji ber şewba vîrûsa koronayê tu kes nikare ji mal derkeve.
Lê xebatên alîkariyê yên ji bo hewcedaran bi her awayî dewam dikin.
Li Efrînê, Navenda Kar û Barên Civakî di meha Remezanê de malbatên feqîr û hewcedar ji bîr nekirin.
Ekîbên vê navendê, li bajêr mal bi mal geriyan û malzeme li feqîran belav kirin.
Ev xebat dê heta Cejna Remezanê dewam bikin.