Li bajarê Efrîna Sûriyê heyama komkirina belgên mêwan e. Cotkar serê sibê radibin û berê xwe didin rezên xwe. Belgên xwe kom dikin û ji bo firotinê dişînin sûk û bazaran.
Li bajêr tirî jî tê de çandiniya gelek cure fêkî û sebzeyan tê kirin.
Efrîn ji aliyê belgên mêwan, bi gotina Efrîniyan ji aliyê çiloyan jî cihekî girîng e.
Cotkarên bajêr her sal van çaxan berê xwe didin rezên xwe û belgên mêwan kom dikin.
Piştî komkirinê belgên xwe yên teze dişinîn sûk û bazaran û difroşin.
Kiloya belgên mêwan ji 800 lireyî dest pê dike heya 1500 lireyê Sûriyê dertê.
Cotkar îsal ji berên xwe memnûn in û li hêviyê ne pereyekî baş qezenç bikin.