Li Efrinê projeya nûkirina bajêr

Di çarçoveya projeyê de li sûk û kolanên bajêr kevirên parke tên raxistin

Li Efrinê projeya nûkirina bajêr

Rêvebiriya herêmî ya Efrînê, ji bo nûkirina sûk û kolanan projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de li sûk û kolanên bajêr kevirên parke tên raxistin.

Rêvebiriya Herêmî ya Efrînê li bajêr bi projeyên cuda xizmetan dide gel.

Rêvebiriyê ji bo nûkirina sûk û kolanan projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de li sûk û kolanên bajêr kevirên parke tên raxistin.

Proje ji 2 beşan pêk tê. Di çarçoveya beşa yekem de kevir li kolana Cînderesê parke tên raxistin.

Di çarçoveya beşa duyem de jî ji kolana Racoyê heta qada newrozê wê kevir bên raxistin.

Bi vê projeyê tê plankirin ku navenda bajêr bi tevahî bi keviran were nûkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE