Li Efrînê xwendekarên zanîngehê ji bo zarokên koçber ên di konan de, cil û berg belav kirin. Xwendekaran bi projeyekê cil û bergên zivistanê berhev kirin, paşê ew birin û teslîmê zarokan kirin.
Li deverên koçberan alîkariyên xêrxwazan dewam dikin. Xwendekarên Zanîngeha Efrînê projeyek li dar xist.
Bi vê projeyê, bi piştgiriya xwendekar û mamosteyan, cil û bergên zivistanê berhev kirin.
Xwendekarên Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk ew cil û berg birin û dan zarokên koçber ên di konan de.
Bi vê piştevaniyê kêfa zarokan hat. Zarokan ligel xwendekarên zanîngehê nepox pif kirin, lîstin, kêf kirin.
Ew dixwazin ku ji bo koçberan bêhtir alîkariyê bikin.