Li Efrînê amadehiya ji bo zivistanê

Elî Cengî bi çêkirina sobeyan debara malbata xwe dike

Li Efrînê amadehiya ji bo zivistanê

Li Efrînê, kesekî bi navê Elî Cengî beriya çend salan ji xanşêxûnê hat navenda bajêr. Elî li Efrînê ji bo debara malbata xwe dest bi çêkirina sobeyan kir. Elî êdî sobeyên elektronîk jî çêdike.

Ewil yek bi yek dibire, bi hev ve dike û paşê jî diceribîne.

Kesê bi navê Elî Cengî beriya çend salan ji Xanşêxûnê derket û hat navenda Efrînê.

Piştre jî ji bo debara malbata xwe bike dest bi karê çêkirina sobeyan kir.

Eliyê 28 salî di kargehê de him sobeyên mazot û êzingan him jî yên elektronîk û gazê çêdike.

Elî Cengî got; ‘’Em 8 sal in vî karî dikin. Me pêşî ji cîranê xwe re sobe çêkirin. Me bi tenekeyan dest pê kir û piştre em bi ser ketin. Niha karê me gelek baş e û em rojê 2 3 sobeyan difiroşin.’’

Hoste Elî dibêje ku bihayê sobeyan ji 100 dolarî dest pê dike heya 150 dolarî hene.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE