Li Efrînê bazara gundiyan

Kal û pîr berên ku li malê çêkirine, tînin navçeyê û li bazarê difroşin

Li Efrînê bazara gundiyan

Gundiyên Efrînê ev 50 sal e berên xwe tînin bajêr û li bazarê difroşin. debara gelek cotkar û heywandarên efrînê li ser vê bazarê ye. 

 Penêr, mast, gihayên xwezayî, şalçe û gelek berên din..  

Gundiyên Efrînê berên ku li malê, bi keda destan çêkirine û gihayên ku ji çolê berhev kirine li vê bazara kevn difroşin. 

Ji ber ku li herêmê tiştên febrîqayî gelek kêm in, şêniyên navçeyê zêdetir hewcedariyên xwe ji vê derê peyda dikin. 

Piraniya xwediyên dezgehan jî kal û pîr in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE