Efrîn bi fêkî û sebzeyên xwe jî navdar e. Niha jî berhevkirina xoxan yanî çifteliyan dest pê kiriye. Cotkarên bajêr xoxên baxçeyên xwe yek bi yek kom dikin û dişînin bazarên Efrînê…
Li bajarê Efrînê hema bêjin çandiniya her fêkiyê tê kirin.
Yek ji wan jî çandiniya xoxan, bi gotina Efrîniyan çandiniya çifteliyan e.
Li bajarê Efrînê niha wextê berhevkirina xoxan e.
Cotkar sere sibê radibin diçin baxçeyên xwe û xoxên xwe kom dikin…
Pişt re wan tijî dikin kaseyan û dişînin bazarên navendê.
Kîloya xoxan di navbera 900 û hezar û 200 lîreyê Sûriyê de tê firotin.
Cotkarên Efrînê dibêjin ji ber ku qiymeta pereyê Sûriyê nema em dixwazin bi dolar an jî bi pereyê Tirkiyê bazirganiyê bikin.
Cotkar dixwazin êdî deriyên sînor jî bên vekirin.