Li Bajarê Efrîna Sûriyê berhevkirina zeytûnan qediya. niha jî cotkar zeytûnên xwe dibin mekbez yanê febrîqeyan û dikin rûn.
Bajarê Efrînê…
Wek bajarê zeytûnan tê nasîn…
Bi qasî zeytûnên wê rûnê wê jî pir bi tam û navdar e…
Cotkarên bajêr zeytûnên xwe ji daran weşandin û kom kirin.
Piştî berhevkirina zeytûnan îcar jî merheleyeke din dest pê kir.
Cotkar zeytûnan tijî dikin çuwalan dibin mekbezan û li wir dikin rûn…
Li her çuwalî 2 teneke rûn derdikeve.
Tenekeya rûnê zeytûnan ji 20 dolarî heya 30 dolarî tê firotin.
Cotkarên bajêr ji erzanbûnê gilîdar in.