Li Efrîna bakurê Sûriyeyê ji ber teqîna wesaîta bombebarkirî 5 sivîl hatin kuştin û 11 sivîl jî birîndar bûn.
Li Cindirêsa bajaroka ser navçeya Efrînê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Di teqînê da li gor agahiyên ewil 5 sivîl hatin kuştin û 11 sivîl jî birîndar bûn.
Ji hêla din va li Axtarîna bajaroka ser navçeya Ezezê êrîş hat kirin û kesek birîndar bû.
Di herdu êrîşan da jî zirar û ziyaneke mezin çêbû.
Hêzên ewlehiyê wisa dinirxînin ku ev êrîş ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va tên kirin.
AA