Meha remezanê bi dawî bû. Welatiyên Efrînê serê sibê çûn nimêja cejnê, pişt re jî cejna hev pîroz kirin.
Rojiya Remezanê xilas bû. Cejnê dest pê kir. Ev der bajarê Efrînê ye.
Gelê bajêr ewilî ji bo nimêja cejnê berê xwe da mizgeftan.
Zarok, xort, kal û pîran li gel hev nimêja xwe kirin.
Piştî nimêjê welatî çûn serdana goristanan.
Ji bo miriyên xwe Quran û Fatîha xwendin.
Welatiyan xwest ku ev cejna xêrê, aramî û ewlehiyê bîne axa Sûriyê.
Gelê bajêr piştre çû serdana hev, şekir û xwarina cejnê li hevdû belav kir.