Li Efrînê êdî 24 saetan ceyran heye

Piştî 10 salan problema ceyranê ya Efrînê safî bû

Li Efrînê êdî 24 saetan ceyran heye

Xizmetên Turkiyeyê yên li Efrînê dewam dikin. Şirketa ceyranê ya Turkiyeyê xebatên xwe qedandin û problema ceyranê ya bajêr safî kir. Niha li Efrînê 24 seat ceyran heye.

Ewilî hemû îstasyonên ceyranê hatin çêkirin.

Pişt re dîrek û kabloyên ceyranê hatin kişandin.

Xebat qediyan û bajarê Efrînê ronî bû.

Ev 10 sal in li bajêr problema ceyran hebû.

Turkiyeyê piştî rizgarkirina Efrînê, kêmasiyên bajêr yek bi yek çareser kirin.

Ya herî girîng jî ceyran bû.

Serokê encûmena herêmî yê Efrînê Muhammed Saît Sileyman derbarê vê xebatê de axivî.

Niha 2 hezar û 500 kes ji ceyranê îstîfade dikin.

Piştî qeyd û xebatên dawî wê, li male herkesî de ceyran hebe.

Bi saya xebatên Turkiyeyê êdî li bajêr 24 seat wê ceyran hebe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE