Li Efrînê êdî azadiya dînî heye

Mizgeftên ku YPG’ê kiribûn axur, Diyanet verast dike...

Li Efrînê êdî azadiya dînî heye

Rejîma Esed û rêxistina terorî PKK/YPGê dixwestin ku kurdên Efrînê ji dînê îslamê dûr bikin. Wan mizgeft kirin axur û azana şerîf gelek caran qedexe kir. Bi rizgarkirina Efrînê re tu zext li ser misilmanan neman. Camiyên ku hatibûn girtin, niha dîyanet car din vedike. Gel êdî bê tirs îbadeta xwe dike.

Efrîn piştî operasyona şaxa zeytûnê azad bû.

Di dewra rejîma Esed û rêxistina terorî PKKê de li ser misilmanên Efrînê zilm û zordarî pir zêde bû.

Wan mizgeft girtin û miemeleya terorîstên DEAŞê li misilmanan kir.

Mizgeft û ziyereta Henanê di dewra dewleta Osmanî de, ango 140 salî beriya vê hatibû avakirin. Derket ku terorîstan xesareke mezin li camiyê daye û kitêba xwedê şewitandiye.

Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyê mizgeftên Efrînê verast kirin. 35 camîyên ku hatibûn xerakirin hatin temîrkirin. Çêkirina 124 mizgeftan jî berdewam e.

Li Efrînê bi vekirina camiyan azana şerîf rojê 5 wext olan dide. Şêniyê Efrînê êdî bi rehetî nimêj û îbadeta xwe dike.

Miftiyê Efrînê Seleheddîn Qero got bi saya Diyaneta Tirkiyê li herêmê Îslamiyet car din geş dibe.

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE