Li bajarê Efrînê yekemîn tesîsa çêkirina dermanan hat vekirin. Navend bi navê Sky Farmayê vebû. Li fabrîkayê wê 5 cure derman bên çêkirin.
Li herêma Efrînê êdî derman jî tên çêkirin. Li navçeya Şêran Efrînê tesîsa çêkirina dermanan hat avakirin.
Tesîs ji aliyê Sky Farmayê hat vekirin. Bi vê tesîsê dê gelê herêmê him bi hêsanî xwe bigîhîne dermanan him jî wê îstihdam zêde bibe.
Fabrîkaya dermanan bi merasîmê hat vekirin û di vekirina navendê de gelek kes hazir bûn.
Di destpêkê de li tesîsê 5 cure derman têne çêkirin.