Hêzên ewlehiyê yên Artêşa Sûriyeya Azad îro li Efrînê wesayîteke bombebarkirî ya ku wê pê êrîş bihata kirin, qefalt.
Yekîneyên artêşê li herêma kolana Vîllalar a ser navenda navçeya Efrînê bi seyên bêhnê hildidin va dor berê kontrol kirin û wesayîteke tê da bombe hatiye bi cih kirin ferq kirin.
Di encama lêkolînan da derket meydanê ku teqemeniya (TNT) 15 kîlo digire duh hatiye bicihkirin û ji bo di merasima salvegera rizkarkirina Efrînê da bê teqandin hatiye amadekirin.
Wesayîta bombebarkirî hat berterefkirin û li navçeyê tewdîrên ewlehiyê jî hatin zêdekirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad bi Hereketa Çiqlê Zeytûnê va ji bo rizgarkirina Efrînê di 20ê Rêbendana Sala 2018an da dest bi operasyonê kirin û navenda navçeyê di 18ê Adara 2018an da rizgarkiribûn.
YPG/PKK bi komên xwe yên veşarî yên li Efrînê û ji Tel Rifat a dagir kiriye va jî êrîşan li dar dixe.
Hêzên Artêşa Sûriyeya Azad jî bi piştevaniya şêwirmendên mensûbên Artêşa Tirkiyeyê va li navçeyê xebatên xwe yên ewlehiyê didomînin.