Li Efrînê, cotkar bi vebûna kulîlkan dest bi dermankirina daran kirin. Efrîn warekî sirûştî ye û li wir darên fêkiyan gelek hene. Bi hatina biharê bi kulîlkan xemilîn. Ji bo dar xirab nebin tên dermankirin.
Li Efrînê cur bi cur darên fêkiyan hene.
Bi hatina demsala biharê daran kulîlk da û heyama dermankirina wan jî dest pê kir.
Ji bo dar xirab nebin û fêkiyên wan baş bin tên dermankirin.
Dermanê zengê li darên hinaran dixin da ku ava reş bi hinaran nekeve.
Cotkar her 15 rojan carekî daran derman dikin.