Efrîn roj bi roj ji hemû alîyan ve xweştir û pêşketîtir dibe, ya herî girîng jî piştî avakirina nexwaşxaneyan û navendên tenduristiyê, tîmên dermankirinê li nava gund û navçeyên Efrînê digerin û zarokan derman dikin.
Rewşa Efrînê roj bi roj ber bi başiyê ve diçe.
Bi taybetî jî kar û xebatên di warê tenduristiyê de gelek balê dikişînin.
Li Bajêr jî vekirina nexweşxane û navendên tenduristiyê gelek pirsgirêkên tenduristiyê çareser dikin.
Tenê li navçeya Cindêrisa Efrînê bi qasî 8 hezar û 300 zarok hatin tedawîkirin.
Berpirs dibêjin: Li temamê Efrînê bi qasî 30 hezar û 500 zarok hene, Xwedê hez bike em ê kontrola wan hemûyan a tenduristiyê bikin.