Li Efrîna herêma Sûriyeyê 75 kîlo teqemeniya ku bi pergala têlefona destan va hatibû amadekirin û di wesayîtê da bi cih kiribûn hat dîtin.
Walîtiya Hatayê daxuyanî da û ragihand ku di encama xebatên îstixbaratî ya ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê ya Kordînatoriya Efrînê da wesayîta bombebarkirî ya li herêma Til Rifata di bin kontrola PYD-YPG/PKKyê da hatibû amadekirin û dixwestin li navenda Efrînê dijî hêzên ewlehiyê û yan jî sivîlan êrîş bikin, şandibûn Herêma Çiqlê Zeytûnê.
Di encama xebatên lêgerînê da wesayîta teqemenî lê barkirî li gundê Kefercenne/Mezraya ser Efrînê hat dîtin.
Di kontrolê da li ser paldankên wesayîtê û di paşiya wesayîtê da 75 kîlogram teqemenî hat bidestxistin.
Mekanîzmaya teqemeniyê bi pergala du têlefonên destan va hatibû girêdan û hêzên ewlehiyê teqemenî îmhe kir.AA